Hêzên hikumeta Şamê Idlibê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li herêma çiyayê Zawiyê ya gundewarê Idlibê de 3 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê Idlibê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn
29 cotmeh, 2023   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê zeviyên zeytûnan ên li derdora bajarokên Kensefra û Bara û Fitêra yên çiyayê Zawiyê topbaran kirin, di encamê de 3 jinên ku li nava zeviyan zeytûn kom dikirin de birîndar bûn.

Ji destpêka îsal ve di 352 êrişan de 543 kes li herêma ′bêçek′ hatine kuştin, her wiha 242 welatî, endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî birîndar bûne.