Xelkê Til Temirê hedefgirtina Dêra Mar Elyas şermezar kir

Partiyên siyasî û bi dehan xelkê pêkhateyên bajarê Til Temirê teqîna terorane ya li Dêra Mar Elyas a Şamê pêk hatiye, şermezar kir.

Xelkê Til Temirê hedefgirtina Dêra Mar Elyas şermezar kir
23 hezîran, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê û pêkhateyên bajarê Til Temirê, li pêş dêra El Qedîse ya navenda bajêr çalakiyek protestûyê li dar xist û teqîna li dijî Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê şermezar kir.

Bi dehan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûrî û Ermenî, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl û rêxistinên jinan ên li bajêr amade bûn.

Di çalakiyê de, li ser navê partiyên navborî û pêkhateyên bajêr, ji hêla rêveberê PYD’ê Idrîs El Yûnis, Partiya Asûrî ya Demokratîk Cemîle Kako û nûnerê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê Ferhan û Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê Mûsa Yasîn axaftin hatin kirin.

Axêveran komkujiya ku li Dêra Mar Eylas a li taxa Diwêla ya Şamê şermezar kir û ev yek weke şermek li eniya mirovahiyê wesif kir.

Her wiha axêveran got divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hember pêkhate û mezhebên gelê Sûriyeyê berpirsiyariyên xwe rake, ewlehî û aştiya wan di dema pêkanîna rêûresmên xwe yên olî de misoger bike.

Di dawiyê de axêveran destnîşan kir ku divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê lêkolînê bike, sûcdaran bigire û radestî edaletê bike û ji bo her kesî hewl bide ewlehiya gelê Sûriyeyê bixe xeteriyê bibe dersek.

(ac/fr)

ANHA