Pêkhateyên Rojava tevî şert û mercên zor amadekariyên Remezanê dikin

Xelkê Til Temir hêviyên xwe yên rojiya Remezanê anîn ziman û gotin: "Em hêvî dikin di Remezanê de her kes bi hev re bi aram bijî."

Pêkhateyên Rojava tevî şert û mercên zor amadekariyên Remezanê dikin
18 sibat, 2026   07:30
HESEKE

Pêkhateyên Rojava di nava şert û mercên zor de amadekariyên rojiya Remezanê dikin. Bi dilekî birîn ku çeteyan di bin navê dîn de herêmên wan dagir kirin û zarokên wan qetil kirin wê rojiya xwe bigirin. Xelkê bajarê Til Temir jî amadekariya rojiya Remezanê dike û hêvî dike li herêmê aramî çêbibe.

Mahir Ebdo got: "Em bi dilekî ku hêvî dike li bajarê Til Temir û tevahiya herêmê aramî çêbibe, pêşwaziya rojiya Remezanê dikin. Meha Remezanê firset e em hemû nakokiyên xwe derbas bikin û têkiliyên xwe hîn xurtir bikin. Ez hêvî dikim di meha Remezanê de her kes hevdû efû bike û zimanê nefretê bandor li kesekî neke. Bajarê Til Temir her tim modela jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyan e û divê em vê yekê biparêzin."

Meryem El Zahir got: "Nameya min ji bo rojiya ew e ku em her kes li hevdû bikin û yekitiya xwe biparêzin. Hevgirtina civakî girîng e. Di vê pêvajoyê de rewş zehmet e û meha Remezanê firset e ruhê hevgirtin û alîkarîdayînê ya civakê bi hev re xurttir bibe."

Şehab Ebas jî diayr kir ku: "Rojiya Remezanê tîne bîra me ku nirxê jiyana hevbeş ji hemû pirsgirêkan mezintir e. Em hêvî dikin ku rojiya Remezanê xwişk û biratiya hemû pêkhateyan xurttir bike."

ANHA