Şêx Mihemed Seîd Nayîf: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin

Rûspiyê êla Hesika şêx Mihemed Seîd Nayîf diyar kir ku divê Sûriye li ser sîstema demokratîk were birêvebirin û mafên siyasî û çandî yên hemû pêkhateyan werin dayîn.

Şêx Mihemed Seîd Nayîf: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin
18 sibat, 2026   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêx Mihemed Seîd Nayîf ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: “Lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê erênî ye û rojên pêş divê destûra Sûriyeyê ji nûve were nivîsandin.” 

Rûsipiyê êla Hesika şêx Mihemed Seîd Nayîf got: “Lihevkirina navbera QSD`ê û hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dibe ku bibe bingehê paşeroja Sûriyeyê. Ya girîng ev lihevkirin bê astengî jiyanî bibe.”

Her wiha şêx Nayîf daxwaza avakirina komîteyên taybet kir û wiha got: “Ez bang dikim ku komîteyên taybet ji nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin ava kirin û destûrekî parastina mafên netewî, çandî û siyasî yên hemû pêkhateyan biparêze, were nivîsandin. Nasname û çanda hemû pêkhateyên Sûriyê parastin wê bibe bingehê destûr û lihevkirinên li Sûriyê. Sûriye bi dewlemendiya çandî, civakî û siyasî tê naskirin.”

Şêx Mihemed Nayîf her wiha got: “Pêkhateyên Rojava di destpêka şoreşê de li ser modêlekî demokratîk ku Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Ermen û Êzidî di nava xwe de dihewîne, xwe bi rê ve birin. Ev modêl dikare li tevahiya Sûriyeyê were belavkirin. Mafê Kurd, Elewî, Durzî, Ermen, Suryan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê heye ku di dewleteke mafên wan biparêze, bijîn. Bi taybet zimanê dayîkê di xwendin û xwe îfadekirine de mafekî bingehîn e. Her wiha li gorî çand û zimanê hemû neteweyan zagon werin diyarkirin.”

Ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî got: “Li herêmê rolekî mezin ê QSD`ê di parastin û bidawîkirina terorê heye. Divê QSD`ê ji bo parastina hemû pêkhateyan li Herêma Cezîrê bimîne. Mayîna QSD`ê li herêma Cezîrê û nava artêşa Sûriyeyê me rehet dike û bi şiyanên xwe yên taktîk û leşkerî dê sûdê bide artêşa Sûriyeyê.”

ANHA