Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê civîna xwe ya salê bi dawî kir û gelek biryar tê de girtin ji bo ku rola jinan di rêveberiyan û yekitiyan de bi pêş bixin û semînerên taybet ji jinan re li dar bixin ji bo ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMˊê civîna xwe ya salê li dar xist
21 sibat, 2024   16:31
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîna xwe ya salê bi dirûşma "Bi keziyên jinan em ê qeydên Îmraliyê bişikînin û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin" li dar xist. Hevseroka TEV-DEM`ê Rûken Ehmed û endamên tevgerê tev li civînê bûn ku li hola nivîsgehê ya li taxa Til Hecir a Hesekê hate lidarxistin.

Hevseroka Konfedrasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê û jinên berxwedêr ên di oxira pêkanîna civakeke demokrat û azad de têkoşiyane, bi bîr anîn.

Nesrîn berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a ji zêdetirî 25 salan ve li girtîgehên dewleta Tirk dewam dike silav kir û got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya xwe ya rasteqîn ku rejîmên baviksalarî ji wan standibûn, nas kir."

Di civînê de perspektîfên KCKˊê, rapora salê ji hêla endama rêvebera nivîsgehê Zeyneb Hesen ve hatin xwendin û dûre sînevîzyonekê li ser xebatên nivîsgehê hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de hin encamname hatin diyarkirin; komên taybet bi jinan werin avakirin da ku parêznameya sêyemîn a Rêber Abdullah Ocalan bixwînin, hevkarî di navbera nivîsgehên jinan li nivîsgehên rêxistinî, yekitiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were xurtkirin, erkdarkirina endamên rêveber bo hevserokên yekitiyên kedkar, ajokar û mutehîdan, her wiha hin guhartin di yekitî û rêveberiyan de werin çêkirin, jinên kedkar werin birêxistinkirin û mafên wan werin parastin.

(şx)

 ANHA