Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî

Xelkê Minbicê helbestvan û wêjevan Mihemed Menla Xizêl di salvegera wefata wî ya 8ˊan de bi bîr anî.

Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
Xelkê Minbicê wêjevan Mihemed Menla Xizêl bi bîr anî
13 ÇILE, 2024   19:11
MINBIC

 Yekitiya Rewşenîbran a Kantona Minbicê helbestvan û wêjevan Mihemed Menla Xizêl di salvegera mirina wî ya 8ˊan de li nivîsgeha xwe ya li bajêr de bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de endamên Rêvevberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Minbicê, Yekitiya Rewşenbîran, Saziya Olî, gelek rewşenbîrên kantonê û helbestvanên wê beşdar bûn.

Di merasîma bîranînê de komek helbestên Mihemed Menla Xizêl hatin xwendin.

Hevrêyê wêjevan Mihemed Menla Xizêl, Ebdustar El Siêdî axivî û wiha got: "Mihemed Menla Xizêl di demeke zû de helbest nivîsand û dîwana wî di 1945ˊan de hate çapkirin û di nivîsên xwe de banga pêkanîna exlaqê di civakê de kir."

El Siêdî wiha domand: "Mihemed Menla Xizêl mirovekî fikirmend û wêjevan e, mirovekî civakî, helbestvan e. Gelek dîwanên wî hene. Xizêl xwedî fikrên çanda cîhanê bû, xêr ji civakê re dixwest, jiyana xwe xist xizmetî civakê. Navê Minbicê di aliyên rewşenbîrî û wêjeyî de di tevahî civînên rewşenbîrî yên li ser asta Rojhilata Navîn de bi bîr dixist."

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî axivî û wiha got: "Îro salvegera 8ˊan a mirina wêjevan Mihemed Menla Xizêl e. Di oxira kedkarên Minbicê de xwedî dîroka kûr a têkoşînê ye."

El Maşî wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her tim bi welatiyên xwe re disekine û hewl dide fikrên rewşenbîrên li welatê bi pêş bixe û derxe holê, ji ber ku rola van di avakirina Sûriyeya pêşerojê xwe de girîng e."

(fr)

ANHA