QSDˊê îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derewandin

QSDˊê îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker ku şeva borî 9 şervanên wan şehîd xistine, derewandin û got ev îdia dûrî rastiyê ne.

 QSDˊê îdiayên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derewandin
13 ÇILE, 2024   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker de ku 9 şervanên QSDˊê şehîd xistine daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSDˊê de wiha hate gotin: "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro daxuyaniyek da û îdia kir ku di şeva borî de 9 şervanên me şehîd xistine. Îdiaya Wezareta dagirker ne rast e."

(fr)