Xelkê Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan

Xelkê Hesekê sersaxî da malbatên 4 şervanên QSD’ê yên di êrişên çeteyên DAIŞ û komên çekdar ên hikumeta Şamê de şehîd bibûn.

13 sibat, 2024   12:30
HESEKÊ

Endamên saziyên sivîl û leşkerî jî di nav de, bi sedan şêniyên bajarê Hesekê sersaxî da malbatên şervanên QSD’ê Udey Îbrahîm, Esasf El Hisêno, Muwefeq Xilêf û Silêman Silêman ku li Dêrazor û Hesekê di êrişên çekdarên girêdayî hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li taxa Miftî hate vedan. Wêneyên her çar şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Salih Eqera sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Çekdar Hesekê soz da ku tola şehîdan ji xayîn, sîxur û dijminan hîlin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Idrî Osos destnîşan kir ku hewldanên wan ên ji bo parastina herêmê û gelên wê, berdewam in.

Di dawiya merasîmê de fedakariyên şehîdan hatin silavkirin.

(bb)

ANHA