Gundekî Şêrawayê tê topbarankirin

Gundê Kilûtê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn Şehbayê tê topbarankirin.

Gundekî Şêrawayê tê topbarankirin
13 sibat, 2024   12:44
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kilûtê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê duh bi şevê gundê Bênê yê heman navçeyê topbarankiribûn. Di encamê de leşkerekî Şamê û welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyekî din birîndar bû.

(bb)

ANHA