Xelkê Hemayê ji ber hilweşîna rewşa ewlehiyê gilîdar e

Xelkê bajarê Hemayê gazinan ji xirabûna rewşa ewlehiyê ya berçav û zêdebûna bûyerên dizînê, revandin û êrişan dikin, bi taybetî li derdora çerxerêya Bîlal a li kolana Nîlê.

Xelkê Hemayê ji ber hilweşîna rewşa ewlehiyê gilîdar e
6 nîsan, 2026   05:50
HEMA

Çalakvan rojane li ser malperên medyaya civakî behsa zêdebûna bûyerên dizînê, hewlên revandin û êrişan li bajarê Hemayê dikin. Li hember navberê şênî jî gelek gazinan dikin. Ev bûyer herî zêde li derdora çerxerêya Bîlal, ku li ser rêya Nîlê ye pêk tên.

Nûçegihanê Ajansa me roja pêncşema borî ragihandibû ku 2 ciwanên bi navên Mihemed Hafiz El Elî û Yûsif Mihemed El Elî dema ku li zeviyên xwe yên çandiniyê yên li bakurê gundê El Beyad ê girêdayî şaredariya Um El Tuyûr a rojavayê Hemayê dixebitîn rasterast hatibûn gulebarankirin û di cih de hatibûn kuştin.

Ev gilî û gazinên ku şêniyên ji bajarê ku di dema dawî de yek ji bajarê herî alîgirên hikûmeta demkî li Sûriyê bûn, dikin. Hejmarek ji wan di hevpeyvînekê de li gel ajansa me bêyî ku nasnameya xwe aşkera bikin, nerazîbûna xwe li hember berfirehbûna sûcan nîşan da û diyar kir ku rewşa ewlehiyê rasterast bûye metirsiyek li ser jiyan, mal û milkên welatiyan.

Ji navenda çerxerêya Bîlal ku tenê 200 metre dûrî navenda polîsan e, ciwanê F.H. ku yek ji kesên ku zirar dîtine axivî û got: "Em gelê Hemayê ku di şert û mercên herî tarî de li kêleka hikûmeta demkî bûn, îro em dengê xwe yê hawarê bilind dikin. Tiştê ku diqewime nayê tehemûlkirin, ji ber ku di nava 10 rojan de 2 caran êrişî malbata hat kirin."

F.H. li ser hûrgiliyên bûyerê diyar kir ku "birayê min bi rêya erebeyê ku taybetmendiya wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihat zanîn, rastî hewla revandin û diziyê hat, lê tu kes nehat girtin."

F.H. anî ziman ku "duh kesên nenas bi motorsîkletê êrişî bavê min T.H. ku dermanfiroş e kirin çente û pereyên wî dizîn."

F.H.bi peyamek tund xîtab kir û got: "Ji her kesê li Wezareta Karên Hundir û berpirsan re dibêjim ku ger taybetmendiya erebeya revandî li gel we ye, hûn nalievin û ger em li ber çavê navenda polîsan rastî neşalî tên wê demê em li cem kê giliya xwe bikin?, em daxwazên ku qurbaniyan li daristanê bihêlin û kesên derveyî qanûnê zordariyê li wan bikin naxwazin."

Nûçegihanê me ji Hemayê ragihand ku şênî daxwaza tedbîrên lezgîn dikin, bi taybetî qedexekirina motorsîkletan li hundirê bajêr, ji ber ku ew wê wek "amûra sereke ya sûc û tirsandinê" dibînin. Her wiha şêniyan daxwaza "cezakirina li pêşiya raya giştî" kir, ji ber ku hin şênî di wê baweriyê de ne ku girtîgeh êdî têra pêşîlêgirtinê nake û cezayên wan kesan jî tund û li pêş çavên hemûyan bin.

Li gorî çavdêrên xwecihî, ev geşedan, ji bo naskirina hêza hikumeta demkî ya ferzkirina ewlehiyê û bersivdana daxwazên şêniyan Hemayê ligel metirsiyên zêde yên tevliheviya ewlehiyê, ceribandineke rast e.

Di dema ku bangên ji bo girtina tedbîrên tund zêde dibin de, şênî diyar dikin ku bûyerên ku li dora çerxerêya Bîlal pêk tên nebûna ewlehiyê nîşan didin.

(ac/fr)

ANHA