Hevdîtina sêalî ya Zelensky, El Şeri û Fîdan pêk hat

Li paytexta Sûriyeyê Şamê hevdîtina sêalî ya serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri, serokê Ukraynayê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêk hat.

Hevdîtina sêalî ya Zelensky, El Şeri û Fîdan pêk hat
5 nîsan, 2026   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Serok Ukraynayê Volodimir Zelensky li Şamê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri re civiya.

Zelenski li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da û destnîşan kir ku di mijara zêdekirina ewlekarî, pêşxistina fersendên pêşketinê de bi Şamê re li hev kirine.

Zelensky diyar kir ku rewşa heyî ya li herêmê û derfetên başkirinê rojeva civîna wan bû û bûyerên têkildarî şerê Ukrayna û Rûsyayê jî bûye rojeva wan.

Li aliyê din serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da, diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan jî di civînê de cih girtiye. Hate ragihandin ku aliyan li ser mijara pêşxistina têkiliyan, zêdekirina hevkariya aboriyê bi hev re nîqaş kirine.