Xelkê Dirbêsiyê bi dirûtina cil û bergên Kurdî Newrozê pêşwaz dikin

Bi nêzbûna Newrozê re tevgereke zêde li sûkên bajarê Dirbêsiyê heye, şênî caw dikirin û cil û bergên Kurdî didirûn.  Ev rêûresm girêdana kûr a şêniyan bi vê cejnê ve nîşan dide ku azadî û nûbûnê vedihewîne.

19 adar, 2025   06:17
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Kolanên Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi pêşwazîkirina cejna Newrozê hatiye xemilandin. Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re ku dilê Kurdan di vê rojê de ji bo azadiyê lê dide şênî cawên rengî û bixeml didirûn.

Li sûkan dengê firoşkar û zarokan belav e, her wiha li kêlekê jî makîneya dirûtinê ya dirûnkaran cil û bergên Kurdî didirûn.

PÊŞWAZIYEKE MEZIN JI BO KIRÎNA CILÊN KURDÎ

Cilên Kurdî di pîrozbahiyên Newrozê beşekî bingehîn e. Ev cil xwedî taybetmendiyên rengên nîşaneya xweza û biharê didin. Li dikanên dirûtînê yên Dirbêsiyê pêşwaziyeke mezin a çêkirina cilên folklorîk çi mêr çi jî jin bin, heye.

Der barê mijarê de ji dirûnkarên Dirbêsiyê Izedîn Şêxmûs axivî û got: "Tevî şer û astengiyên li pêşberî Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de, lê hîna bi vejandina Newrozê ku sembola berxwedanê ye, girêdayî ye. Îsal pêşwazîkirina cilên Kurdî pir baş bû. Şênî rengên girêdayî rihê Newrozê dikirin."

Şêxmûs diyar kir ku jin tercîh dikin ku "karas û xiftan" li xwe bikin, mêr jî "şel û şepikê" tên li xwe dikin. Ev cilê vedigere dîroka bi hezaran salan.

NEWROZA 2025’AN…RIHÊ NIŞTÎMANÎ YÊ YEKGIRTÎ

Şêxmûs diyar kir ku pîrozkirina Cejna Newrozê ya îsal xwedî girîngiyeke taybet e, nexasim jî piştî banga guhertin û veguhertina demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên Kurdan ên yekkirinê û got: "Berxwedana ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêlek QSD’ê raber kiriye girêdana gelan bi nasname û çandê ve xurt kir. Ji lew re wê Newroza îsal bibe Newroza rihê niştîmanî ya yekgirtî û peyama berdewamkirina têkoşînê ji bo azadî û edaletê."

Şêxmûs di dawiyê de hêvî kir ku Newroza îsal bibe cejna azadî û edaletê û gaveke ber bi yekrêziya Kurd û misogerkirina pêşeroja aram û ewle ya gelên herêmê.

Şênî hêvî dikin ku Newroza 2025’an ne tenê cejnek be, lê bibe berbangeke nû û bi xwe re azadî, aştî û yekitiyê bîne.

(fr)

ANHA