Pêkhateyên Tirbespiyê: Parastin erkek e û dikeve ser milê her kesî

Pêkhateyên Tirbespiyê diyar kir ku parastina civakî erkek e û dikeve ser milê her kesî û got ew hemû piştgiriyê didin QSD`ê.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Parastin erkek e û dikeve ser milê her kesî
19 adar, 2025   05:06
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Piştî ketina rejîma Baasê gelek komkujî li ser gelê elewî li herêma peravên Sûriyeyê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê xuya kir ku îro ji her kesî tê xwestin bêhtir pişta şervanên xwe bigirin û her kes li cihê xwe bibe parastina civakî, wekî destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Welatiya bi navê Munteha Xelîl da xuyakirin ku destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel dest bi avakirina hêzên parastina gel YPG û YPJ`ê kir û her wiha civakê xwe bi rêxistin dikir.

Munteha Xelîl got: "Di heman demê de bi piştgiriya gel û hêzên leşkerî me dikarî hêzeke mezin bidin avakirin, ew jî QSD ye. Wê hêzê çeteyên DAIŞ’ê têk birin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan parastin û rê li ber komkujiyên mîna yên li perava Sûriyeyê girt.”

Welatiyê bi navê Ebdilxenî Temê destnîşan kir ku gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ava kir û wiha dom kir: “Îro ev hêz bû mînakeke azadî, parastin û avakirina Sûriyeyeke demokaratîk."

Welatiya bi nave Necah El Qso da zanîn ku ew wek pêkhate di destpêka şoreşê de, wan xwe di nava hêzên parastina civakî de bi rêxistin kir, da ku tu komkujî neyên serê wan.

Necah di dawiyê de bang li tevahî gelan kir ku xwe bi rêxistin bikin û piştgiriya şervanên xwe bikin.

ANHA