Şêniyên Helebê: Em danezana destûrî napejirînin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku ew ‘danezana destûrî’ ya hikumeta Şamê napejirînin. Her wiha gotin ew danezan ne li gorî tevna civakî ya Sûriyeyê ye.

Di 13’ê Adarê de, serokê desthilata Şamê Ehmed El Şera "danezana destûrî" ya desthilata xwe ku ji çar beş û 53 bendan pêk tê, îmze kir.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
Resûl Şêxmûs ku ji civaka êzidî ye, diyar kir ku ew danezan ne li gorî hêviyan e û got: "Lihevkirina di navbera Şera û fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî de, gaveke erênî bû ji bo misogerkirina mafên pêkhateyên cuda yên civakê, lê Danezana Destûrî ya vê dawiyê berevajî vê rêkeftinê ye, ne li gorî cihêrengiya çandî, etnîkî û olî ye û yek ziman û yek olî ferz dike.”
Şêxmûs di wê baweriyê de ye ku danezan nûnertiya hemû pêkhate û komên cihêreng ên Sûriyeyê nake û got: "Em civaka êzidî tiştê ku em ji xwe re dixwazin, ji bo kesên din jî dixwazin, ew jî ew e ku her kes mafên xwe wergire.”
Şêxmûs her wiha got: "Em destûreke dadperwer dixwazin ku mafên hemû welatiyan biparêze, bibe alîkar ji bo pêşxistina edalet û wekheviyê di navbera gelên herêmê de, gel ber bi pêşketin û avakirinê ve bibe û rê li ber şerên nû bigire.”
Mihemed Elî ji pêkhateya Ereb diyar kir danezan mafên pêkhateyan biçûk dike û mafên jinan pêk nayîne. Mihemed Elî xwest danezan ji nû ve bê nirxandin û got: "Pir tişt hene divê bêne guhertin, divê ji nû ve bê amadekirin. Navê dewletê divê giştî be û ne li gorî aliyekî be. Em naxwazin têkevin şerên din, em naxwazin ku desthilatdariya Baasê ya ku welat talan û wêran kir vegere. "
Elî wiha lê zêde kir: "Danezana destûrî, tu cudahî di navbera wê û ya rejîma Baasê de nîn e. Ev danezan dubare û kopiyeke rejîma berê ye, ew tenê netewekeyê dipejirîne û neteweyên din nas nake.”
Li aliyekî din jî Îsmaîl Mihemed axivî û got: "Gel li hember zulm û zordariya ku rejîma Baas’ê di dirêjahiya desthilata xwe de kiriye, rabû û dûre jî bi dayîna gelek fedakariyan ev rejîm hilweşî. Em nahêlin tu aliyek vê berhemê ji me bistîne, ne bi rêya destûran ne jî bi rêbazên din şoreşê ji rê derxe."
Mihemed "Danezana destûrî" bi dubarekirî bi nav kir û got: "Danezana destûrî ku El Şeri derxistiye ji destûra rejîma Baas’ê ku zulm û zordarî pêk dianî, ne dûr e."
Mihemed hişyarî li ser derbasbûna welat li rewşeke karesatê ya din kir ku ger destûr neyê guhertin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo ku em 14 salên din bi paş de vengerin, divê destûr li ser bingeha hemwelatîbûnê ku tê de mafên her pêkhateyekê, mezhebekê hebe, ji nû ve were sazkirin û tu aliyekî neyê bidûrxistin û divê têgeha jiyana hevbeş were giştîkirin."
(k)
ANHA