Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Li Dêrikê 146 cangoriyên azadiyê yên di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
Xelkê Dêrikê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
21 tebax, 2025   13:34
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 146 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de li deverên cuda şehîd bûne, merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê bi amadebûna malbatên şehîdan, rêveber û endamên saziyên sivîl û leşkerî pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftina Rêber Abdullah Ocalan a der barê nirxên şehîdan û Pêngava 15’ê Tebaxê de hat guhdarîkirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Elî axivî û banga mezinkirina têkoşînê û xwedîderketina li nirxên şehîdan kir. Mihemed Elî ta pêkanîna azadî û rûmetê ji gelê Kurd re, soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke wêneyên 146 şehîdan hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA