Cenazeyê ciwanekî bi awayê jiyana xwe ji dest daye hate dîtin

Li gundekî bajarê Qamişloyê ciwanek bi awayê jiyana xwe ji dest daye hate dîtin. Têkildarî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn daye destpêkirin.

Cenazeyê ciwanekî bi awayê jiyana xwe ji dest daye hate dîtin
21 tebax, 2025   13:29
QAMIŞLO

Li gundê Safiya yê girêdayî bajarê Qamişloyê di saetên sibehê de ciwanê bi navê Bender Sexer Mihsin El Hileyil bi awayê jiyana xwe ji dest daye hate dîtin.

Li gorî agahiyên ku xelkê gund dane nûçegihanên me, ew nizanin malbata Bender El Hileyil cenazeyê wî li ku dîtine, hîn jî nayê zanîn ku ew ciwan hatiye qetilkirin an wî xwe kuştiye.

Ji bo ku sedema mirina wî bê naskirin, cenazeyê Bender El Hileyil sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî der barê bûyerê de lêpirsînên xwe daye destpêkirin.

(sb)

ANHA