Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir

Bi sedan pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Dêrikê komkujiya li Dêra Mar Elyas a Şamê şermezar kir û teqezî li ser yekitiya pêkhateyan û rawestandina êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
Xelkê Dêrikê komkujiya Dêr Mar Elyas a Şamê şermezar kir
25 hezîran, 2025   23:27
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê li pêşiya Dêra Mar Dodo ya bajarê Dêrikê kom bûn û pankartên bibîranîna qurbaniyên êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Elyas a Şamê û yên şermezarkirina olperestiyê hildan.

Şênî ber bi Dêra Mart Şemûnî ya sûka navendî ve ketin rê. Li wir oldarên Dêra Suryanî ya Artodoksî nimêj kir û Papa Bişara Şemûn got ku komkujiya taxa Diwêlayê ya Şamê sûcekî dermirovî ye û bang li civaka Sûriyeyê û civata navneteweyî kir ku êrişên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û sembolên wan ên pîroz, rawestînin.

Cîgirê Serokê Meclisa Millî ya Suryanan a Dêrikê Xesan Ebdullah komkujî şermezar kir û got: "Ji bo têkbirina komkujî û binpêkirinan yekitiya pêkhateyan rêya tekane ye."

Ebdullah spasiya tevahî şêniyên Kurd û Ereb û partiyên siyasî yên ku di meşê de amade bûne, kir û ruhê piştgiriyê ya şêniyên Dêrikê silav kir.

(mh/fr)

ANHA