Piştî hedefgirtina ciwanekî li Laziqiyê rewşeke bêaramî derketiye

Piştî ku çekdarên nenas li pêşiya Dêr Mar Teqla ya Laziqiyê gule li ciwanekî barandin, rewşên aloziyê li bajêr zêde bûn.

Piştî hedefgirtina ciwanekî li Laziqiyê rewşeke bêaramî derketiye
25 hezîran, 2025   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku berî çend kêliyan çekdarên nenas, li ber deriyê Dêra Mar Teqla ya bajarê Laziqiyê gule li ciwanekî barandin û birîndar kir.

Piştî vê bûyerê rewşeke bêaramiyê di nav bajêr û şêniyan de derket. Li hember vê rewşê aliyên ewlekariyê tu daxuyanî der barê nasnameya êrişkaran an jî hûrgiliyên sûcê de nedan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî 2 rojan êrişeke xwekujî li dijî Dêra Mar Elyas a Şamê hatibû kirin û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî.

Ev demek e, bajarê Laziqiyê şahidê bûyerên tevliheviya ewlehiyê ye û aliyên ewlekariyê yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu rolekê di parastina sivîlan de pêk naynin. Vê yekê jî metirsî li gel şêniyan çêkir ku êrişên berê dubare bibin.

(mh/fr)

ANHA