PYD'ê bi tevlêbûna li konferansan û hevbendiyên stratejîk têkiliyên xwe berfireh dike

PYD'ê bi rêya beşdariya li konferans û pêkanîna hevdîtinên dîplomasî yên ji bo nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, rola jinan û rewşa Rojhilata Navîn, rola xwe ya herêmî û navneteweyî berfireh dike.

PYD'ê bi tevlêbûna li konferansan û hevbendiyên stratejîk têkiliyên xwe berfireh dike
26 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Li gorî encamnameya kongreya 10'emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya ku 21 û 22'yê Îlona 2024'an de hatibû lidarxistin, PYD'ê li ser asta Ewropa û Rojhilata Navîn rêzehevdîtinên dîplomasî kirin.

Ji biryarên kongreya 10'emîn; pêşxistina têkoşînê bi hemû rêbazên rewa ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, rûniştandina Rêveberiya Xweser, avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî, pêşxistina sîstema xweparastinê û şerê gel ê şoreşgerî û aboriya civakî, pêşxistina xebatên dîplomasî û avakirina têkiliyan bi aliyên Kurdistanî, navneteweyî û herêmî re û xurtkirina piştgiriyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re.

Di wê çarçoveyê de, PYD di Konferansa Pirsgirêka Kurd û Geşedanên Rojhilata Navîn de ya ku di 24'ê Adarê de li paytexta Yewnanistanê Atînayê hat lidarxistin, amade bû. Di konferansê de akademisyen, siyasetmedarên têkildarî kar û barên Kurdî û pêşxistina herêmê eleqedar re in amade bûn.

Di nava gera xwe ya Rojhilata Navîn de, şandeyek PYD’ê di 3’yê Hezîranê de bi hejmarek parlamentoyên Mexribê re li hola parlamentoyê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de pêşdeçûnên herî dawî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û nêrînên der barê pirsgirêka Kurd de hatin kirin.

Di 29'ê Gulanê de jî PYD'ê di Kongreya Ciwanên Komunîst a li Mexribê de nûnertiya Sûriyeyê kir. Di kongreyê de rola ciwanan di avakirina civakên demokratîk û xurtkirina piştgiriya neteweyî de, hat nîqaşkirin. Her wiha PYD'ê rêze hevdîtin bi parlamenter û partiyên çepgir ên demokratîk ên Ewropayê re pêk anîn.

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD'ê Sema Bekdaş diyar kir ku ev tevger di çarçoveya biryarên kongreya dawîn de, yên bi armanca pêşxistina performansa dîplomasî li ser asta Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê, tên kirin.

Di aliyê xebata jinan a nava PYD'ê de, şandeyeke jinan di Konferansa NADA ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de beşdar bû. Di konferansê de nûnerên 18 dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê amade bûn.

Sema Bekdaş got: "Girîngiya konferansê ew e ku xwe spart şoreşa jinan û ew wekî bingeha konfedraliya jinan dît û di encamê de reşpelika ‛Konfedraliya Demokratîk a Jinan li Rojhilata Navîn’ hat diyarkirin. Ev jî ji bo jinên Kurd û Ereb destkeftiyeke mezin e."

Sema Bekdaş destnîşan kir ku PYD'ê di konferanseke akademîk a li Atînayê de beşdar bû. Ew konferans ji nêzî salekê ve dihat amadekirin. Di konferansê de nêzî 100 akademisyen di nav de wezîrên karên derve yên berê yên Yewnanistanê, siyasetmedar û rojnamevanên ji gelek dewletên Ewropayê amade bûn. Di konferansê de pirsgirêka Kurd, projeya gelê Kurd, Şoreşa Jinan li Rojava, rola Kurd li Sûriyeyê, li gorî fikir û pransîbên Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Girêdayî wê, PYD'ê bi partiyên sereke yên Yewnanistanê re jî civiya û li ser dosyaya Sûriyeyê, rola partiyê di têkoşîna demokratîk de û rêbazên berfirehkirina têkiliyan bi partiyên demokratîk û çepgir re nîqaş kirin. PYD'ê di hevdîtinên bi partiyên Belçîka û Swîsrayê re rewşa giştî ya herêmê û ya Sûriyeyê bi taybetî nîqaş kirin.

Têkildarî beşdariya PYD’ê di kongreya Ciwanên Komnuîst li Mexribê de Sema Bekdaş wiha domand: "Kongreya Ciwanên Komunîst a li Mexribê têkiliyên partiyê bi hêz û partiyên çepgir ên dewleyên ereban wekî Misr, Tûnis û Mexribê re xurt kirin û endamtiya PYD'ê di Kombûna Ciwanên Komunîst de hat pejirandin."

Sema aşkera kir ku ev çalakî di çarçoveya nêrîneke stratejî ya berfireh de tên kirin. Sema diyar kir ku ji bo nîqaşkirina rola partiyên çepgir û rêxistinên jinan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de, komxebateke bi rêya internetê hat lidarxistin û biryar hat dayîn ku konferanseke berfireh li dewletek ereban ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jîngehê, yên jinan û netewe-dewletê were lidarxistin.

Sema anî ziman ku armanca wan lidarxistina vê konferansê ye ku weke bûyerek herêmî ya herî girîng be û got: "Em hewl didin bi rêya wê kanalên berfireh ên diyalogê û xebata hevbeş vekirin."

Sema Bekdaş da zanîn ku PYD'ê li ser asta derve û hundir dixebite û girîngiyê dide xurtkirina jin û ciwanan.

Der barê projeyên pêşerojê de Sema Bekdaş diyar kir ku PYD'ê daxwaznameyeke fermî pêşkêşî kombûna Progress kir. Ev kombûn jî di nav xwe de partiyên komunîst, demokratîk û ekolojî yên ji seranserî Ewropayê dihewîne û PYD jî dê di demeke nêz de di komxebateke li Başûrê Kurdistanê de beşdar bibe.

Sema Bekdaş anî ziman ku bi armanca geşkirina yekrêziya neteweyî û xurtkirina têkiliyên siyasî, pêwîst e bi tevahî partiyên Kurdî yên li seranserî Kurdistanê re têkilî berdewam bibin.

(mh/fr)

ANHA