Şêniyên Kobanê: Bihabûna sotemeniyê barê me girantir kiriye

‏‏Bihayê sotemeniyê bandoreke rasterast li buhayên kel û pelan kiriye. Şêniyên Kobanê ji ber bihabûna kel û pelan helwestên xwe anîn ziman.

Şêniyên Kobanê: Bihabûna sotemeniyê barê me girantir kiriye
Şêniyên Kobanê: Bihabûna sotemeniyê barê me girantir kiriye
Şêniyên Kobanê: Bihabûna sotemeniyê barê me girantir kiriye
Şêniyên Kobanê: Bihabûna sotemeniyê barê me girantir kiriye
29 cotmeh, 2026   07:30
KOBANÊ

Biryara dawîn a bilindkirina buhayê mazotê, bandoreke neyînî û rasterast li jiyana welatiyan û rewşa aborî ya li bajarê Kobanê kiriye. Ev zêdebûn bûye sedema pêleke nû ya giranbûna buhayan di bazarê de ku buhayên piraniya kel û pelên bingehîn bilind bûye. 

‏Zêdebûna buhayê mazotê bandor li xercên veguhastin, fêkî û madeyên dikanan kiriye. Şêniyên Kobanê li hember vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan didin û diyar dikin ku şiyana wan a kirînê gelekî qels bûye. Gelek welatî û xwediyên dikanan gazincan ji bêîstîqrariya bazaran dikin û bang li aliyên peywendîdar dikin ku çareseriyekê bibînin.

Cemîla Elî ku li bajarê Kobanê dijî, derbarê rewşa aborî û guhertinên sal bi sal de helwestîn  xwe anî ziman. Cemîla diyar kir ku ji sala par heta îsal gelek tişt hatine guhartin û got’’Ji salekê heta salekê, her tişt gelekî buha bû, Jiyana li vir êdî pir zehmet bûye û tiştek wekî xwe nemaye.

Cemîlayê her wiha bal kişand ser bandora ne erênî ya bilindbûna buhayê mazotê li ser malbatan û anî ziman ku piraniya xelkên li Kobanê xizan in û hêza wan a kirînê nîne. Cemîla dest nîşankir Zivistaneke pir sar tê, lê gelek malbat hene ku ne xwedî derfet in û nikarin mazotê an amûrên germkirinê peyda bikin. Gelek mirovên xizan li vî bajarî hene ku nikarin vî barî hilgirin.

Henan Oso diyar kir ku ji dema buhayê mazotê bilind bûye, her tişt li bazarê pir buha bûye û em nikarin hewcedariyên xwe yên rojane peyda bikin. Û wiha axaftina xwe berdewam kir û got’’Em bi zorê dixebitin da ku tenê debara jiyana xwe bikin. Ji dema ku mazot buha bûye, xercên çûnûhatinê nîvê pereyê ku em di rojê de qezenc dikin dibe."

Henan bang li hikumeta veguhêz kir ku buhayê mazotê mîna berê erzan bike û got: "Zivistaneke sar li pêşiya me ye. Em ê ji ku ewqas pere bînin ku mazotê bikirin? Zarokên me piçûk in, em ê çawa wan xwedî bikin û debara wan bikin?”

Her wiha Hesen Beyro li ser êş û azarên welatiyên Kobanê axivî û bal kişand ser rewşa aborî ya giran. Hesen diyar kir ku bilindkirina buhayê mazotê bandoreke pir xirab li jiyana rojane kiriye û bûye sedem ku buhayê hemû kel û pelan di bazarê de pir biha bibe. Her wiha da zanîn ku ew kel û pelên ku ji derve tên, niha ji berê pir bihatir bûne.

Beyro anî ziman ku xelk şaş maye ku dê çawa debara jiyana xwe bike û hîn jî welatî di fikarê de ne ku di vê bihabûnê de çawa dikarin mazota zivistanê bikirin. Beyro pirsî: “Gelo ew ê çawa bikarin vî tiştî peyda bikin? Me hêvî dikir ku rewş baştir bibe, lê mixabin tişta ku me xwestibû ne wisa bû.”

Di dawiyê de, Beyro bang li hikumetê û aliyên peywendîdar kir ku ji bo vê bihabûna sotemeniyê çareseriyan peyda bikin. Wî daxwaz kir ku buhayê mazotê bê daxistin.

(so)

ANHA