Jin daxwaza mafên xwe yên ziman û çandî dikin

Li Çilaxayê jinan got divê li Sûriyeyê ziman û çanda gelê Kurd were naskirin.

Jin daxwaza mafên xwe yên ziman û çandî dikin
29 cotmeh, 2026   05:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ji Çilaxayê jin ji ajansa me re axivîn û daxwaza misogerkirina zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de, kir. 

Evîn Îso got: "Ziman parçeyek ji nasname û çanda gela ne. Di destûr de divê mafê her welatiyekî were dayîn ku zimanê xwe biparêz e. Sûriyeyê ji gelek netew û çandan pêk tê, her pêkhateyek xwedî ziman û çand e. Heke rêz bidin pirrengiyê û zimanê dayikê biparêzin, nasnameya civakê tê parastin, garantî tê dayîn ku neslên nû fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin û azad pê baxivin."

`BILA ZIMANÊ KURDÎ NAS BIKIN`

Nesrîn Hemdo jî got: "Ji bo mafên gelê Kurd were misogerkirin divê zimanê kurdî bibe yek ji zimanê fermî yê dewletê. Bi vî awayî mafên gelê Kurd were dayîn û wekhevî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çêbe. Ji mafê xwendekarên Kurde ku fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin. Her wiha li saziyên dewletê bi zimanê kurdî baxivin û bibe parçeyek ji çanda Sûriyeyê."

‘PIRRENGÎ BINGEHA HEMWELATÎBÛNÊ YE’

Nezha Seyifedîn ji bo Sûriyeyê li ser bingehê edalet û wekheviyê bê avakirin divê hebûna hemû pêkhateyan qebûl bikin û wiha got: "Divê cûdahiyê nexin di navbera çand û zimanê pêkhateyan û neyên paşguhkirin. Ji bo hemwelatiyên Sûriyeyê wekhev bin divê mafên ziman û çandê di destûrê Sûriyeyê de were parastin. Pirrengiya çand û ziman dikare Sûriyeyiyan nêzî hev û din bike. Ji bo Sûriyeyê demokratîk bibe divê pirrengiya çand û ziman were naskirin, di destûr de garantiya mafên ziman were dayîn, wekhev û bi rêz nêzî xweseriya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bibin."

(np)

ANHA