Xelkê Dêrazorê soza bersivdana êrişên dewleta Tirk da

Xelkê kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soza bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker da û got ew ê her bihosteke xaka xwe bi saya fikrên şehîdan rizgar bikin, planên dijmin têk bibin û serkeftinê pêk bînin.

Xelkê Dêrazorê soza bersivdana êrişên dewleta Tirk da
Xelkê Dêrazorê soza bersivdana êrişên dewleta Tirk da
24 kanûn, 2023   18:29
DÊRAZOR

Rêxistinên civaka demokratîk li Dêrazorê li herêma 7 Kîlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hermê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. hevseroka rêxistinên civaka demokratîk Sece Hiwêdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca derbekirina îstîqrara li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Her wiha hate gotin ew li hember van siyasetên qirêj teslîm nabin û dê li kêlek hêzên xwe QSD′ê li dijî van êrişan bisekinin û soza şopandina rêça şehîdan û tolhildana wan didin.

Her wiha jinên li Dêrazorê daxuyaniyek da. Endama rêvebera meclisên herêmê li herêma rojava ya Dêrazorê Etab Cedan daxuyanî xwend.

Di dawiya daxuyaniya jinên Dêrazorê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin ew ê ji vê xakê ji Dêrazorê de li dijî faşîstê bisekinin û têkoşîna xwe li ser rêça şehîdan heta rizgarkirina tevahî xakê û têkbirina planên dijmin bilind bikin.

(fr)

ANHA