Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir

Komîteya Jin a Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li herêma 7 Kîlo li dar xist û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Jin a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dawî kir
24 kanûn, 2023   18:05
DÊRAZOR

Bi diruşma ′Me bi hev re dest pê kir û em ê bi hev re pêşeroja jina azad ava bikin′ Komîteya Jin a Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê bi beşdariya nûnerên jin, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji saziyên sivîl a Dêrazorê li dar xist.

Di civînê de Serokatiya Komîteya Jin Fatme El Hisên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan û rewşa siyasî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir; ji wan jî astengiyên îsal li pêş jinan derketine.

Dûre Fatme rewşa rêxistinên ya Komîteya Jin û astengiyên îsal li pêş wê derketine û projeyên pêşkêş kirine nirxand.

Her wiha sînevîzyonek li ser kar û barên Komîteya Jin pêk anîne hate pêşandan; ji wan jî derçûna 9 dewreyên Akademeya El Keber a taybet bi jinan, derçûna 9 dewreyên li Akademiya Civaka Demokratîk a li herêma kargehan û lidarxistin 56 civînan.

Civîn bi guhdarkirin nêrîn, axaftinên beşdaran û astengiyên li pêş kar derketine dewam kir.

Civîn bi gelek encaman bi dawî bû; xebitîna li ser pêşxistina jinan di aliyên teknolojî, rêveberî, aborî û civakî de, yekkirina li dijî faşîsta Tirk, vekirina projeyên aboriyê yên jinan li Dêrazorê, xebitîna li ser pêkanîna qanûnên jinan û zarokan bi temamî, xebitîna li dijî tundiya li ser jinan û têkbirina tundiyê, zêdekirina pêngavên zanakirinê ji bo têkbirina diyardeya hişbirê, zêdekirina dayîna daxuyanî, panel û peyamên ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna gerên di nava gel de ji bo teşwîqkirina keçan ku tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ′ê bin.

(fr)

ANHA