Hêzên Dijî Madeyên Hişbirên 5 belavkarên hişbirê li ser sûc girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 belavkarên hişbirê li Minbicê li ser sûc girtin.

Hêzên Dijî Madeyên Hişbirên 5 belavkarên hişbirê li ser sûc girtin
Hêzên Dijî Madeyên Hişbirên 5 belavkarên hişbirê li ser sûc girtin
Hêzên Dijî Madeyên Hişbirên 5 belavkarên hişbirê li ser sûc girtin
Hêzên Dijî Madeyên Hişbirên 5 belavkarên hişbirê li ser sûc girtin
24 kanûn, 2023   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girtina belavkarên hişbirê li kantona Minbicê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Roja Şemiyê (2′yê Kanûnê), hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê li kantona Minbicê çend kemîn ji belavkarên madeyên hişbirê re danîn û di encamê de 5 kes hatin binçavkirin.

Di encama şopandin û lêkolînên li ser belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir li bajêr de, guman bi çend kesan kirin û piştî çavdêrîkirina liv û tevgerên wan, hate piştrastkirin ku ew karê belavkirina madeyan dikin, dema ku hebên hişbirê belav dikirin li ser sûc hatin girtin û ev tişt di destê wan de hatin desteser kirin:

 -1460 hebên kaptegon

-Heşîş bi giraniya 6,5 gram

-37 hebên protîkara

-11 gram mîsa krîstal

-4 telefonên destan

Qûndaqê tivinga nêçîrê

alavên bikaranîna hişbirê yên curbicur

Di serdegirtinê de 8 motorên (motorsiklêt) ku ji şêniyên bajêr hatine dizîn, hatin dîtin.

Hêzên me berdewama xebatên xwe li dijî belavkar û bikarhênerên hişbirê piştrast dikin da ku vê nexwaşiyê sînordar bikin û sûcdarên wê derxin pêşberî dadgeriyê da ku cezayê xwe yê adil wergirin."