Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li Amûdê hatin şermezarkirin.

Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
Xelkê Amûdê li dijî êriş û tecrîdê meşiyan
8 îlon 2024   15:07
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan,  bi sedan şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşek li dar xist.

Meş ji qada Şehîd Cîhad heya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dewam kir.

Di meşê de pankarên "Li dijî dgirkerî û xiyanetê cenga azadiyê ser bixin" hatin vekirin û bê navber dirûşmên "Na ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re", "Bimire xiyanet", "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxuyaniyek ji aliyê endama tevgerê Sîham Hesen  ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, pergala îşkenceyê û qirkirinê ya li Îmraliyê, hatin şermezarkirin.

Hate destnîşankirin ku gelê herêmê dê ji bo bidestxistina serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya şehîdan berdewam bike.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû

 (şx)

ANHA