Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Egîd Şedadê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
Şehîd Egîd Şedadê hate oxirkirin
8 îlon 2024   14:39
HESEKÊ

Şervanê QSD’ê Egîd Şedadê  (Casir Ebdullah El Sultan) ê 6’ê Îlonê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Şedadê hat oxirkirin.

Merasîmêm ku xelkê Şedadê, endamên saziyên sivîl tê de beşdar bûm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD’ê destpê kir.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê Ebdulmecîd El Etiye di merasîmê de axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got: "Em bi şehîdên xwe serbilind in ku rûmeta welat bi xwîn û canê xwe parast."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ehmed El Adîb wiha axivî: "Em destpêkê sersaxî didin xwe û malbata şehîd. Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şervan li eniyan serkeftinê bi dest dixin."

El Adîb destnîşan kir ku hêzên leşkerî ji bo parastina rûmeta gelê herêmê  fedakariyan didin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Egîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan spart axê.

 (şx)

ANHA