Xelatên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan hatin dayîn

HRRK’ê 5 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an de bi ser ketine xelat kirin.

26 hezîran, 2025   22:04
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrwaziyê ya li Ingilîstanê Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025’an li dar xist. 

HRRK’ê îro bi armanca belavkirina xelatan li 5 helbestvanên ku di pêşbirka îsal de bi ser ketine aghengeke li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên ku elaqeyê didin çanda Kurdî beşdarî ahengê bûn.

Agheng ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Komîteya Nirxandinê ya Helbestan Kemal Necim û Merwan Berekat axivîn.

Kemal Necim diyar kir ku ev pêşbirk bi taybet ji bo pêşxistina ciwanan di warê çandî û wêjeyî ye de hatiye organîzekirin.

Helbestvan Merwan Berekat ciwanên ku di pêşbirkê de bi ser ketine pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest.

Berkekat got ":Wêje şoreş e. Şoreş di jiyana mirovahiyê de cihekî girîng e. Mirov dikare tevahî hestên xwe yên veşartî bi rêya helbestekê re derbirîne."

 Piştre 4 ciwanên  ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2025`an de bi ser ketine  hatin xelatkirin.

Di asta yekemîn de helbesta bi navê “Bihêle di vê şevê de hebhinarkê” ya helbestvan Fatma Eto, di asta duyemîn de jî helbesta bi navê “Roja tu çû” ya helbestvan Dilyar Hebîb, di ast sêyemîn de helbesta bi navê “Pelên Zemînê” ya helbestvan Sebrî Elî, di asta çaremîn de helbesta bi navê “Rê” ya helbestvan Aras Qasim û di asta pêncan de jî helbesta bi navê “Sêrebenda Dêrîn” a helbestvan Ayfer Yildizistan xelat wergirtin.

(ekîb/bb)

ANHA