Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmeke biheybet şehîd Ebduselam Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo oxir kir.

Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
Şehîd Ebduselam Ehmed  hate oxirkirin
26 hezîran, 2025   21:25
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebduselam Ehmed ê  ku 24`ê Hezîrana îsal (2025) di encama krîza dil de şehîd bû,  bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat oxirkirin. Di merasîmê de ji bilî malbat û hevalên şehîd Ebduselam Ehmed bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl amade bûn.

Girse cenazeyê şehîd Ebdulselam  ji morga li taxa Enteriyê wergirt û bi meşê anîn pakrewangihê. Di meşê de wêneyên şehîd Ebduselam hatin hildan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Li pakrewangehê merasîm hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Mihyedî Hesen anî ziman ku ji destpêka şoreşê heta roja îro gelek lehengan canê xwe ji bo welat feda kir.

Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em çiqasî li ser şehîdan biaxivin hindik e û em heqê wan nadin. Lê em soz didin ku em ê şopdarên rêya wan bin.”

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hogir Îdo axivî û da zanîn ku şehîd Ebduselam bi dilekî pak û rihekî dilsoz kar û xebat dikir, li dijî neheqî û deshilatdariyê derket.

Îdo bi domdarî got:”Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin ku em ê rêya ku şehîd Ebduselam berdewam bikin, heya ku em xewn û xeyalên hemû şehîdan pêk bînin."

Li ser navê malbata şehîd kurê xalê wî Mihemed Xêr Elîka axivî û got:”Em bejina xwe li beramberî hemû şehîdan ditewînin. Em ê her tim xwedî li şehîdên xwe derkevin û sersaxiyê ji we re dixwazin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulselam Ehmed bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

Şehîd Ebduselam ji malbateke welatparêz e, pismamê wî gerîlayê HPG’ê Rûşer (Cuma Ehmed) sala 1992`an de li Sasonê şehîd bûbû. Her wiha  xalê nûçegihanê ajansa me ANHA`yê Hogir Mihemed e ku 2017`an de di dema şopandina pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûbû.

 )ekîb/bb)

ANHA