Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi meşeke daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî pêk hat
26 hezîran, 2025   22:13
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi meşekê ku li bajarê Dêrikê li dar xist daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. 

Meş ji qada Azadî Dêrikê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsê "Ji Rêber Apo re azadî" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşmên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.  Li vir hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî. Ciwan Hesen diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêwistiyek e û got: "Projeya neteweya demokratîk a ku Rêbertî pêşkêş kiriye rêbaza herî guncaw a pêkanîna aştiyê û jiyana hevbeş e. "

Rêvebera Kongra Star Narîşan Berekat jî soza domandina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Ev doz êdî ne tenê dozeke siyasî ye, lê di heman demê de dozeke mirovî û civakî ye ku  siberoja herêmê eleqedar dike."

(mh/bb)

ANHA