Xelata Aştiyê ya Nobelê da Maria Corina Machado ya Venezuelayî

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2025'an ji Maria Corina Machado re hate dayin ku yek ji pêşengên muxalefeta li Venezuelayê ye.

Xelata Aştiyê ya Nobelê da Maria Corina Machado ya Venezuelayî
10 cotmeh, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Nobelê ya Norwêcê diyar kir ku ji ber hewldanên xwe yên ku "Li welatê xwe ji bo derbasbûna aştiyane û wekhev a ber bi demokrasiyê ve" Maria Corina Machado hêjayî xelatê hate dayin.

Serokê Komîteyê Jørgen Watne Frydnes li Osloyê di merasîmê de daxuyanî da û got, "Maria Corina Machado salên dawî yek ji mînakên herî balkêş ên wêrekiya sivîl a li Latîn Emerîkayê ye. "

Frydnes îdîa kir ku Machado bi ser xist ku partiyên muxalefetê yên demeke dirêj parçe bû bûn, li dora daxwaza hikumeteke temsîlî û hilbijartinên azad gihand hev.

Maria Corina Machado bi "têkoşîna xwe ya aştiyane" ya li Venezuelayê li hemberî zext, xizanî û koça girseyî meşand, li nava raya giştî ya navneteweyî piştgiriyeke xurt wergirtibû.