Netanyahu:  Heya Hemasê çek deyne wê hêzên me li Xezayê bin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, hêzên Îsraîlê dê hebûna xwe li Xezayê bidomînin da ku zextê fişar li Hemasê bike û diyar kir ku 28 girtî mirî ne û 20 jî sax in.

Netanyahu:  Heya Hemasê çek deyne wê hêzên me li Xezayê bin
10 cotmeh, 2025   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî destpêkirina agirbestê li Xezayê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu axaftin kir.

Netanyahu got, hêzên wî ji bo zextê li Hemasê bike ku çekên xwe bi temamî deyne dê li Xezayê bimînin.

Netanyahu got, Hemas piştî fêm kir ku kêr li qirika wê ye, peymanê qebûl kir û destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê  dê li Xezayê bimîne û deverên girîng kontrol bike.

Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku Îsraîlê derbek mezin li eniya Îranê xist ku Hemas pêkhateyekî wê ye û got: "Her tim çavê min li ewlehiya Îsraîlê, vegerandina revandiyan û berxwedana li hember mûşekên Îranê û baskê wê Hemasê bû."

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku di çend rojên bê de wê tevahî girtî vegerin û diyar kir ku 20 girtiyên li Xezayê sax in û 28 jî kuştî ne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îşaret pê kir ku welatê wî difikre çarçoveya aştiyê berfireh bike.

(bb)