Peymana agirbestê ya Xezayê ket meryetê

Peymana agirbestê ya Xezayê îro di saetên nîvro de ket meryetê.

Peymana agirbestê ya Xezayê ket meryetê
10 cotmeh, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand  ku peymana agirbestê îro saet 12. 00 (09:00 GMT) ket meriyetê û ji wê demê ve, hêzên artêşê ji bo pêkanîna peymanê û vegerandina girtiyan amadekariyan dike.

Artêşê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên artêşê yên fermandariya başûr li herêmê belav bûne û dê tavilê rakirina her gefekê bidomîne.

Bi destpêkirina agirbestê re, dîmenên vegera bi hezaran koçberên ji navîn û başûrê Xezayê ber bi bakur ve di rêya kolana Reşîd de belav bûne.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyek din de hişyarî da şêniyan ku nêzî deriyê Refeh, korîdora Philadelphia û hemû deverên kombûna leşkeran li Xan Yûnisê nebin û ev herêm wekî "xetere" destnîşan kir.

Çavkaniyên di nava tevgera Hemasê de jî gotin, endamên hêzên ewlehiyê yên girêdayî tevgerê dê dest bi bicihbûnê li deverên ku artêşa Îsraîlê ji wan vedikişe bikin da rê nede tevliheviyê.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê  destnîşan kir ku Hemas neçar e roja duşemê saet 12.00’an girtiyan berde.

(bb)