Xedîce Neimo: Rêbertî pêxemberê aştî û mirovahiyê ye

Xedîce ya ku 3 caran li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye, Rêber Abdullah Ocalan bi pêxemberê aştî û mirovahiyê wesif kir û hêvî kir ku careke din wî bibîne.

Xedîce Neimo: Rêbertî pêxemberê aştî û mirovahiyê ye
8 ÇILE, 2024   03:37
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Gelek jin ji tevahî pêkhateyan bi Rêber Abdullah Ocalan re dema li Sûriyeyê bû, civiyan, bi fikir û felsefeya wî bandor bûn. Ji wan jinan, Xedîce Neimo dema li Şamê bû, 3 caran tevî girseya gelê ji pêkhateyên Sûriyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya.

Xedîce Neimo (70) ji gundê Tenoriyê yê li rojhilatê Qamişlo yê Cizîrê ye û dayika 2 keç û 4 xortan e, tevî hevjînê xwe Seîd Ehmed Mehmûd di 1985ˊan de berê xwe da Şamê, da ku bixebite û li wir, di 1986ˊan de bi rêya hin kadroyan tevgera azadiya Kurdistanê nas kir.

ˊPÊXEMBERÊ AŞTÎ Û MIROVAHIYÊˊ

Xedîce tevî hevjîna xwe yê çûye ser dilovaniya xwedê di karên cebhewî de xebitî û di nava Şam û Qamişloyê de ew kar kir.

Xedîce Rêber Abdullah Ocalan bi pêxmeberê aştî û mirovahiyê wesif kir û kadroyên tevgerê bi hilgerên mirovahî, aştî û ewlehiyê wesif kirin û got: "Gelê Kurd xwedî şans e ku Rêber Abdullah Ocalan heye. Ji ber ku ew xwedî hêz, vîn û lehengî ye ku doza me bigihîne tevahî cîhanê."

Xedîce got ew xwedî şans e ku 3 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya û dîrokên pê re civiye bi bîr xistin: "Dema hevjînê min ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hate girtin di 1995ˊan de cara yekemîn bi Rêbertî re civîm, ez di navbera Rêbertî û hin kadroyên tevgerê yên di girtîgehên hikumetê de girtî, bûn navgîn. Dûre 2 caran li pey hev di 1996ˊan de pê re civîm."

Xedîce wiha domand: "Piştî min Rêbertî dît ku dilnizm e û ji gelê xwe hez dike ez bi fikir û felsefeya wî pir bandor bûm. Girîngiya mezin da jinê û felsefeya ˊJin, Jiyan, Azadîˊ derxist û bang li wekhevî û edaletê û girêdana bi têkoşînê re kir."

Xedîce bang li gelên Kurdistan û jinan kir ku bi ruhê neteweyî têkoşînê dewam bikin heta Kurdistanê tê rizgarkirin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî tê azadkirin.

Xedîce di demeke berê de helbest li ser Qamişlo û xerîbiyê, Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan, têkoşîna Bêrîtan dinivîsand. Lê niha nexweşê dil û gurçikan e û helbestên wê nayên bîra wê.

(fr)

ANHA