Dê li kantona Cizîrê rêzeçalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan bên lidarxistin

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber  Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, li kantona Cizîrê ji 16'ê Çileyê de rêzeçalakî li dar dikevin.

Dê li kantona Cizîrê rêzeçalakiyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan bên lidarxistin
8 ÇILE, 2024   02:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de  ya bi piştigirya pêngava  li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiriye, Însiyatîfa Gel dê rêzeçalakiyan li ser asta kantona Cizîrê li dar bixe.

Însiyatîfa Gel da zanîn ku dê çalakî  li herêmekê heta herêmekê cuda bin û ew ê wiha bin: Di 16'ê Çileyê de li bajarê Dêrikê û navçeya Şedadê, di 17'ê Çileyê de li navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê, di 20'ê Çileyê de li navçeyên Girkê Legê û Til Temirê, di 23'yê Çileyê de li navçeyên Til Koçer û Til Birakê, di 24'ê Çileyê de li navçeyên Tirbespiyê û Holê, di 25'ê Çileyê de li bajarê Hesekê û navçeya Til Hemîs û di 28'ê Çileyê li bajarê Qamişlo û navçeya Çilaxa).

Însiyatîfa Gel bang li tevahî şêniyên kantonê kir ku tev li van çalakiyan bin.

Di 10'ê Cotmeha 2023'yan de pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiribû. Di 14'ê Cotmeha heman salê de jî Însiyatîfa Gel bi pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" tevlêbûna xwe li nava pêngavê ragihand.

(mh)

ANHA