Dayika Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

 Dayika endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, Hedle Karayilan a ku li Bêrecûkê dijî, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da
7 ÇILE, 2024   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika, endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, Hedle Karayilan a ku li navçeya Bêrecûk a Rihayê dijî, jiyana xwe ji dest da.  Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Riha, Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nûçeya mirina Hedle Karayilan eşkere kir.

 Ocalan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dayika endamê meclisa şaredariya me ya Bêrecûkê Bozan Karayilan Hedle Karayilan jiyana xwe ji dest da.  Ez ji malbata birêz Karayilan re sersaxiyê dixwazim."

 Çaverê ye cenazeyê Hedle Karayilan li gundê Konak ê Bêrecûkê bê definkirin.