‘Bi yekitiyê dê hebûna gelê Kurd were parastin’ 

Kesayetên siyasî, civakî û olî diyar kir ku hebûna gelê Kurd bi yekitiya wan ve girêdayî ye.

‘Bi yekitiyê dê hebûna gelê Kurd were parastin’ 
10 hezîran, 2026   03:25
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Di vê pêvajoyê de girîngiyeke mezin ji bo yekitiya neteweyî tê dayîn. Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ji bo 24`emîn civata KNK`ê de pêdiviya yekitiya neteweyî ya gelê Kurd aşkera kir.

Kesayetên siyasî, civakî û olî li ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji ajansa me re axivîn.

Endama Yekitiya Parêzeran Alai Fatimî got li Hesekê û tevahiya rojava hîna pirsgirêka ziman û nasnameya kurdî didome û wiha pê de çû: "Partiyên siyasî ne xwedî yek helwest in û ev yek ji sedeman e ku pirsgirêka ziman û nasnameya kurdî bidome. Konferansa yekitî û yekhelwestiya Kurdî gaveke erênî bû. Lê hêzên derve destwerdan kir û destûr nedan ku encamên konferansê bikevin pratîkê. Ji ber vê yekê her partiyek bi serê xwe çû Şamê û hevdîtin bi serokê hikumeta demkî re kir. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de ne xwediyê yek helwestê bûn. Gelê Kurd ê tevahiya Kurdistanê divê destekê bide yekitiya neteweyî. Partiyên siyasî yên Kurd jî divê ji her tiştî zêdetir girîngiyê bidin yekitiya kurdî.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD’ê Îbrahîm Hesen got hêzên di dîrokê de gelê Kurd parçe kir zû bi zû destûr nadin ku yekitiya neteweyî ya Kurd pêk were û wiha got: "Hinek partî hene ku ji her tiştî zêdetir girîngiyê didin berjewendiyên xwe. Parçebuyîn dê bandorê li ser tevahî gelê Kurd bike."

Endamê Meclisa Şûrayê ya Weqfeya Al El Beyt a bajarê Dirbêsiyê şêx Edîb Bobî anî ziman ku di dema borî de parçebûn û nakokiyan bandor li yekitiya gelê Kurd kir û wiha domand: "Hêviya min ew e ku gelê Kurd kêmaniyên berê derbas bike û li tevahiya Kurdistanê yekitiya xwe çêke. Ji bo hebûna gelê Kurd were parastin yekitiya Kurdan şert e."

(np)

ANHA