Xebatên Mala Jinan a Eyn Îsayê ji bo parastina mafên jinan didomin

Mala Jinan Eyn Îsayê ji bo parastina mafên jinan û hişyarkirina civakê dixebite û hewl dide jîngeheke malbatî ya saxlem peyda bike.

Xebatên Mala Jinan a Eyn Îsayê ji bo parastina mafên jinan didomin
7 gulan, 2025   06:15
EYN ÎSA

Mala Jinan a Eyn Îsayê ji bo pêşxistina hişmendiya jinan û civakê xebatên xwe didomîne.

Piştî ku baweriya xelkê bi Mala Jinan hat û ji hêla civakê ve hate pejirandin, heta niha gelek doz û arîşeyên jinan çareser kirine.

Rêvebera Mala Jinan a Eyn Îsa ya kantona Firatê Heyat Îsmaîl destnîşan kir ku îsal wan ji sedî 70 dozên ku ji bo wan hatine şandin bi rêya lihevkirin û bicihkirina mafan çareser kirine, herî zêde dozên jinan ên hatine ber destên Mala Jinan ên der barê arîşeyên di navbera mêr û jinan de ne.

Heyat Îsamîl anî ziman ku ew bi karê xwe li Mala Jinan serbilind e, ji ber ku ew bûye çavkaniya baweriyê di nav civakê de, û piraniya malbatên ku bi pirsgirêkên malbatî re rûbirû ne, niha serî li Mala Jinan didin da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Her wiha got, "Em di karên xwe de destpêkê maf û erkên her du aliyan wan didin nasîn, paşê der barê doze de biryarê didn. "

Berdevka Mala Jinan Şerîfe El Casim j, diyar kir ku guhertinek di nêrîna civakê de çêbûye, jin êdî berê xwe didin malê da ku dozên xwe pêşkêş bikin û pirsgirêkên malbatî çareser bikin.

Der barê awayên çareserkirina dosyayên giliyan de, Heyat destnîşan kir ku navend hewl dide derfetê bide her du aliyan da ku bikarin li hev bikin. Lê eger çareserî ne mimkun be, wê çaxê dozê dişînin Komîteya Lihevhatinê yan jî dişînin Dadgeha Gel.

Heyat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku di nava endamên civakê de guherîneke civakî dest pê dike, ev jî nîşaneyeke erênî ye.

(k)

ANHA