Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir

Cotkarên kantona Reqayê dest bi çinîna sebzeyên kir. Li gorî cotkaran îsal berhem baş in û hiştiye ku buhayê sebzeyan li bazarê kêm bibe.

 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
 Çinîna sebzeyên pêşwext dest pê kir
7 gulan, 2025   05:06
REQA
DÎMA MIHEMED

Çandina sebzeyên pêşwext li kantona Reqa cureyeke nû ya çandiniyê ye, bi rêya wê cotkar hewl didin sebzeyan beriya demên wê hilberînin, ku çinîna berheman di destpêka Nîsanê de dest pê dike.

Çandina sebzeyên pêşwext di meha SIbatê de bi awayekî cuda ji berhemên din dest pê dike, tov bi naylonan têne nixumandin heta ku ba hinekî hewa germ dibe.

Cotkarên kantona Reqayê dest bi çinîna berhemên pêşîn ên vê çandiniyê kir, di destpêkê de berhemên mîna xiyar û xirtik têne çinîn, bacanên reş û îsot jî hîna negihaştine.

Berhemên li herêmê hişt ku buhayên sebzeyan ji sedî 50 kêm bibe. Buhayê kîloya bacanan gihaştibû nêzîkî 11 hezar lîreyên Sûriyeyê, lê piştî berhemên xwecih kîloya bacanan daketiye 5 hezar lîreyî.

Cotkarê bi navê Mihemed Nûr El Nekzî ji gundê Kasra Ferec ê Reqayê got: "Me dest bi çinîna sebzeyan kiriye û berhema îsal baş e, her donimek 100 kg dide.”

Niha cotkar xirtik û xiyaran berhev dikin, îsot, bacan û bacanên reş jî li benda gihandinê ne û tê payîn ku di meha Hezîranê de dest bi çinîna wan bikin.

Cotkar Mihemed Nûr gotşert û mercên avhewayê bi taybetî kêmbûna baranê û pêla cemedê ya ku di meha Adarê de li herêmê ketibû, bandor li çandiniyê kir. Lê çandiniya di kortikan de bû alîkar ku hin pirsgirêk derbas bibin.

Cotkar dibêjin projeyên çandiniyê yên ku li herêmê hatine destpêkirin, bûne alîkar ku hilberîna herêmî zêde bibe.

Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bo piştgiriya cotkaran di havîna 2024-2025’an de, hin xebat kirin, ji bo geşkirina çandiniya sebzeyên havînê mazot li cotkaran belav kir û semada organîk bi buhayên erzan peyda kir.

(k)

ANHA