Rewşenbîran xwest Danezana Destûrî were nûkirin

Rewşenbîran diyar kir ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê pirrengiya Sûriyeyê li ber çavan nagire û temsîla tevahî pêkhate û mezhebên li welat mîsoger nake. Rewşenbîran xwest danezan were nûkirin.

Rewşenbîran xwest Danezana Destûrî were nûkirin
7 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Desthilata Şamê di Adara îsal de danezaneke destûrî ya li gorî xwe û bêyî beşdariya nûnertiya gelê Sûriyeyê derxist. Rewşenbîrên ji bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê bertekên xwe li hemberî danezanê nîşan dan û diyar kir ku danezan ne adil e û keda ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye paşguh kiriye.

‘DESTÛR XIZMETA TEVAHÎ GELÊN SÛRIYEYÊ NAKE’

Hiqûqnas Delal Zekeriya anî ziman ku danezana destûrî ya desthilata Şamê ne li gorî pirrengiya pêkhate û mezheban e û got: "Em rewşenbîr banga nûkirina danezanê dikin. Divê destûr xizmeta gelan û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî yên ku rola wan di parastina yekitiya welat de hebin, bike."

Delal Zekeriya da zanîn ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd di rêya parastina welat de dane, lê tevî vê yekê jî maf û daxwazên vî gelî di destûra nû de nehatine mîsogerkirin. Delal got, ev destûr bi tu awayî nayê qebûlkirin.

’MAFÊN HER KESÎ NAPARÊZE`

Endazyar Meryem Mihemed jî got divê destûr careke din di ber çavan re bê derbaskirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Destûr bi rengê xwe yê heyî mafên hemû pêkhateyan naparêze. Divê desthilata Şamê destûreke adilane ku hemû sûriyeyan bigire nava xwe, saz bike."

Meryem Mihemed destnîşan kir ku paşguhkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di derxistina biryar û qanûnan de hestên xerîbiya ji welat zêde dike û banga pêkanîna rêgezên hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê kir.

Rêveberê PYD’ê Fadil El Ehmed diyar kir ku destûra nû xizmeta hin aliyan dike, lê pîvanên demokasî û rihê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de nîşan nade.

Fadil El Ehmed bi domdarî got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me li hemberî rêxistina herî terorîst a li cîhanê DAIŞ’ê fedakariyên mezin dan, ne adilane ye ku ev ked û fedakarî di destûrê de werin paşguhkirin. Divê destûrek were nivîsandin ku merheleyek nû ya avakirina nîştimanî ava bike."

(bb)

ANHA