Xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê gihîştin ku derê?

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê hindek maye xebatên berfirehkirina nexweşxaneya Niştîmanî ya kevin û ya nû bi dawî bike, ku rêjeya temambûna projeyê gihîşt ji sedî 90.

Xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê gihîştin ku derê?
Xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê gihîştin ku derê?
Xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê gihîştin ku derê?
Xebatên ji nû ve avakirina nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê gihîştin ku derê?
13 kanûn, 2023   05:39
REQA
ENES MIHEMED

Bi armanca pêşkêşkirina alîkariya tenduristiyê û pêşwazîkirina hejmara herî zêde ji nexweşan li Reqayê, Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê di 25'ê Tîrmeha îsal de projeya ji nû ve amadekirin û berfirehkirina nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê ya kevin û ya nû dest pê kir.

Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê piştî kontrolkorina çeteyên DAIŞ'ê li ser Reqayê hatibû wêrankirin û di encama şer de beşên mezin ên nexweşxaneyê bi temamî hatin rûxandin.

Piştî rizgarkirina Reqayê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê hewl da nexweşxaneya Niştîmanî ji nû ve çalak bike û di sala yekemîn piştî rizgarkirinê de nexweşxane çaksaz kir û gelek beş tê de vekirin.

Niha jî, li nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê 4 qat û gelek beş hene; di qatên yekemîn û duyemîn de beşên sarinc û morg, fizyoterapî, ambûlans û emeliyatan hene. Qatên sêyemîn û çaremîn jî ji odeyên nexweşan pêk tên.

Endamê Komîteya Çavdêriyê ya ji nû ve amadekirina nexweşxaneyê endezyar Mihemed El Edad wiha axivî: "Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya şîrketa Şemal dest bi ji nû ve amadekirina nexweşxaneya Niştîmanî ya kevin û ya nû kir û ji bo bidawîbûna projeyê 5 meh dem hat diyarkirin."

Cîgirê hevseroketiya Komîteya Tenduristiyê Ebdurezaq El Elî got: "Armanc ji vê projeyê sivikkirina barê welatiyan di aliyê madî de ye. Ji ber zêdebûna hejmara nexweşan û zêdebûna rêjeya niştecihan li Reqayê Komîteya Tenduristiyê biryara berfirehkirin û ji nû ve amadekirina nexweşxaneyê da."

El Elî di dawiya axaftina xwe de got: "Di encama vê berfirehkirinê de hemû beşên nexweşxaneyê dê bên berfirehkirin. Lêçûna vê projeyê 698 hezar dolar e û rêjeya temambûna xebatên çaksazî û ji nû ve amadekirinê heta niha ji sedî 90 e. Tê payîn destpêka sala 2024'an proje bi temamî biqede."

(mh/şx)

ANHA