Welatî: Dorpêça Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qirkirineke hêdî ya şêniyan e

Welatiyên Herêma Firatê piştgiriya xwe ji şêniyên dorpêçkirî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê re nîşan dan û destnîşan kirin ku dorpêç hişmendiya dîktatorî ya hikumeta Şamê û siyaseta wê ya birçîkirinê piştrast dike.

Welatî: Dorpêça Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye qirkirineke hêdî ya şêniyan e
13 kanûn, 2023   06:41
KOBANÊ

Zehmetiyên şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zêdetir dibin, ku ev dorpêç bi hatina zivistanê re girantir bû û rê li ber derbaskirina madeyên sereke di serî de sotemenî hat girtin.

Di encama dorpêçê de heta niha xebatên xizmetguzarî yên şaredariya gel hatin rawestandin û dewama dibistanan li Şehbayê hat rawestandin û pêdiviyên germkirinê jî hatin jidestdayîn.

Li hember vê dorpêça hikumeta Şamê di zivistanê de welatiyên Herêma Firatê nerazîbûna xwe nîşan da.

Welatiyê bi navê Xelîl Ehmed destnîşan kir ku dorpêça hikumeta Şamê hişmendiya dîktatorî ya hikumetê nîşan dide ku ew jî siyaseta birçîkirinê û bêparhiştina gel ji mafê jiyana birûmet dide meşandin.

Xelîl Ehmed got: "Gelê ku Şoreşa Rojava dest pê kir ev zehmetî dabûn ber çavê xwe û dizanîbû ku ev kiryar wê wan ji şoreşê dûr naxin tevî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên li dijî herêmê."

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Ehmed wiha axivî: "Di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de lihevkirin hene da ku îradeya gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, lê hevgirtina gel rêya tekane ya têkbirina van siyasetan û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember qirkirina gel e."

Welatiya ji Minbicê Hena Tilcibînî bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ji bo bidawîkirina dorpêçê destwerdanê bikin ji ber ku piraniya kesên ji ber dorpêçê zirardîtî jin û temenmezin in.

Hena destnîşan kir ku şêniyên Minbicê amade ne alîkariyê pêşkêşî şêniyên herêmên dorpêçkirî bikin û zivistanê li wan sivik bikin.

Şêxo Mihemed ê ji Minbicê wiha axivî: "Şêniyên me yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê û sermaya zivistanê gelek zehmetiyan dikişînin. Zarok jî ji sermayê re jiyana xwe ji dest didin û nexweşxane ji ber tunebûna mazotê nikarin alîkariyê pêşkêş bikin."

Mihemed wiha domand: "Em piştgiriya xwe ji gelê me re nîşan didin û diyar dikin ku em amade ne alîkariyê pêşkêş bikin. Divê rêxistinên navneteweyî û mirovî destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin, ji ber ku ew dorpêç qirkirineke hêdî ya şêniyan e."

(mh/şx)

ANHA