Xebatên ji bo peydakirina pêdiviyên koçberên ji Heleb û Şehbayê didomin

Maseya Krîzê li kantonên Reqa û Tebqayê ji bo peydakirina pêdiviyên xelkên bajarê Heleb û kantona Efrîn û Şehbayê xebatên xwe didomîne. Heta niha bi sedan malbat li dibistanan bi cih kirin.

3 kanûn, 2024   14:11
REQA

Maseya Krîzê li kantona Reqayê 14 dibistan ji bo bicihkirina koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn û Şehbayê amade kirin. Îro danê sibê bi sedan malbat li wan dibistanan hatin bicihkirin.

Li dibistan û salonên werzîşê yên kantonên Reqa û Tebqayê pêdiviyên jiyanî hatin peydakirin, mîna nivîn, ava vexwarinê û sobe û mazotê.

Dibistanên ku koçberên kantona Reqayê li wan hatine bicihkirin ev in: El Rafiqa, Elî bîn Ebî Talib, Uqba bîn Nafî, Ebû Temam, Fatima El Zehra, Zekî El Ersûzî, El Hesen bîn ElHeysem, El Buhturî, El Batanî û El Xewarizmî.

Li kantona Tebqayê jî; Cemal, Mûsa El Hemûd, Ibn Sîna, El Urûbe, Qurtuba, Umer El Muxtar, Bexçeyê Zarokan Ecyal, Bexçeyê Zarokan El Amel, El Sefsafa Rojava, Mensûra, Hûneyda, El Hemam û Dibistana Îskenderiyeyê.

Li kantonên Reqa û Tebqayê çend destpêşxêriyên gel jî ji bo komkirina pêdiviyên koçberan dest pê kir. Her wiha hemleya xwîndayînê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê dest pê kir.

5 bijîşkên li kantona Reqayê jî destpêşxêriyek da destpêkirin ku bê pere koçberên Heleb û Şehbayê derman bikin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû tîmên tenduristiyê seferber kirin, ev tîm bi hevkariya komîteyên alîkariyê xizmetên tenduristiyê pêkêşî koçberan dikin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Cûd Mihemed ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re got deste ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê hewlên mezin dide. Her wiha diyar kir ku deste ji bo xizmetên tenduristiyê pêkêş bike bi hemû rêxistinên tenduristiyê re di nava hevkariyê de ye.

Endamê Maseya Krîzê û cîgirê hevserokên Desteya Perwerdeyê a Kantona Reqayê Hesen El Ziêter ji ajansa me re got Desteya Perwerdeyê dibistan ji bo bicihkirina koçberan amade kirin û diyar kir ku ji îro sibehê ve bi sedan malbatên koçber ên ji Heleb û Şehbayê hatine bicihkirin.

Hesen El Ziêter got: "Xebatên ji bo bicihkirina hemû malbatên me yên koçber berdewam dikin.”

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî ji bo pêşwazîkirina koçberan bang li saziyên têkildar kir ku bi lezgînî tev bigerin.

Heta niha bi hezaran koçber gihaştine kantonên Reqa û Tebqayê.

(k)

ANHA