Balafira Îsraîlê li Şamê erebeyek bombebaran kir

Balafireke bê mirov  a bi çek a Îsraîlê li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê erebeyek bombebaran kir.

Balafira Îsraîlê li Şamê erebeyek bombebaran kir
3 kanûn, 2024   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên li ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Îsraîlê li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê erebeyek bombebaran kir.

Li gorî SOHRˈê, di bombebaranê de kesek hat kuştin û yek din birîndar bû.

Çavkaniyan diyar kir ku êriş bi armanca kuştina keseyeke ji Hizbullah a Lubnanê hate kirine.

(bb)