Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin

Şêniyên bajarên Dêrik û Qamişlo yên kantona Cizîrê xebatên piştgiriya koçberan didomînin. Şênî alikariyên mirovî belav dikin û xwarinê ji bo koçberan amade dikin.

Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin
Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin
Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin
Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin
Xebatên ji bo alîkariya koçberên li Dêrik û Qamişlo dewam dikin
27 ÇILE, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên ji bo alîkariya koçberên ji Efrîn, Şehba, Reqa û Tebqayê berdewam in. Şêniyên herêmê û rêxistinên xwecih û yên ji Başûrê Kurdistanê, alîkariyê li koçberan belav dikin.

Hejmareke mezin a koçberan niha li bajarên Dêrik û Qamişloyê yên li kantona Cizîrê, di stargehên demkî yên li zanîngeh, dibistan û malan de ne û her wiha li kampa Newrozê dijîn.

Sazî û rêxistinên têkildar rojane alîkariyên wekî derman, doşek, amûrên mitbexê û pêdiviyên din ên bingehîn, belav bikin da ku hewcedariyên bingehîn ên koçberan bi cih bînin û êşa wan sivik bikin.

Komîteyên erkdar, endamên komînan û meclisên herêmî jî rewşa koçberan dişopînin û hewcedariyên wan bi berdewamî kontrol dikin.

Her wiha şêniyên her du bajaran rojane ji bo koçberan xwarinê amade dikin û lê belav dikin.