Komeleya Jinên Iraqê êrişên li ser jinên li Rojava şermezar kir

Komeleya Jinên Iraqê êrişên komên çete yên li ser jinên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û xwestin hesab bê pirsîn.

Komeleya Jinên Iraqê êrişên li ser jinên li Rojava şermezar kir
27 ÇILE, 2026   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Jinên Iraqê têkildarî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk û çeteyên Colanî yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî êrişên li ser jinan de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku deverên Rojavayê Kurdistanê di qonaxek zehmet re derbas dibin û got: “Ji ber destwerdan û bertekên herêmî û navdewletî rewş aloztir bûye. Ev rewş bandorek nerênî li ser rewşa civakî, mirovî, aborî û xizmetguzariyên serekî kiriye. Rewşa jinan jî herku diçe zehmetir dibe. Ji bilî wê jî jinên Rojava li herêmên bi aloz û di dema koçberiyê de rûbirûyê zehmetiyên mezin dibin.

Di beşek din ya daxuyaniyê de Komeleya Jinên Iraqê êriş û binpêkirinên ku li beramberî jinên Rojavayê Kurdistanê tên kirin şermezar kir û got: “Em hevsoziya xwe ya bi jinên Rojava re tînin ziman. Em daxwaz dikin ku gavên bilez ji bo rûbirûbûna van astengiyan bên avêtin.