Xebatên gihandina kehrebeyê ji bo saziyên xizmetguzariyê yên Holê

Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kantona Cizîrê hewl dide kehrebeyê bigihîne navendên xizmetguzariyê yên li Holê.

Xebatên gihandina kehrebeyê ji bo saziyên xizmetguzariyê yên Holê
Xebatên gihandina kehrebeyê ji bo saziyên xizmetguzariyê yên Holê
Xebatên gihandina kehrebeyê ji bo saziyên xizmetguzariyê yên Holê
31 ÇILE, 2024   12:11
HESEKÊ

Di çarçoveya hewldanên Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk de yên ji bo sererastkirina navend û saziyên di encama êrişên dewleta Tirk de wêran bûne û ji bo ku xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş bike, Saziya Kehrebeyê ya navçeya Holê piştî rawestandina stasyona Siweydiyê, hewl dide alternatîfên enerjiyê peyda bike. 

Hevserokê Saziya Kehrebeyê ya Holê Heyder El Elî diyar kir ku werşeyên kehrebeyê yên Holê, hewl didin kehrebeya ji stasyona Siweydiyê veguhêzin stasyona Xezel a li rojhilatê Hesekê.

Li gorî El Elî, ew ji vê hewldanê armanc dikin ku bîrên avê, saziyên xizmetguzariyê bidin xebitandin.

Her wiha El Elî aşkera kir ku hewl didin veguhêzeke kehrebeyê li stasyona El Mezra ya li rojavayê navçeyê bi cih bikin, da ku miqdareke mezintir a kehrebeyê ji bo navçeyê peyda bikin.

(şx)

ANHA