Berpirsê balyozxaneya Siûdiyê roja şemiyê li Şamê ye

Çapemeniya nêzî hikumeta Şamê ragihand ku berpirsê balyozxaneya Erebistana Siûdî roja şemiyê dê şemiyê dest bi karê xwe yê dîplomatîk bike.

Berpirsê balyozxaneya Siûdiyê roja şemiyê li Şamê ye
31 ÇILE, 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê balyozxaneya Erebistana Siûdî Ebdullah El Herîs tevî gelek dîplomatan, roja şemiyê dê li Şamê bin da ku karê balyozxaneya Siûdiyê ya li Şamê ji nû ve bide destpêkirin. 

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê diyar kir ku El Harîs dê li oteleke paytextê dest bi karê xwe bike, dê çavdêriya sererastkirina avahiya balyozê ya li herêma Ebû Remane bike heta ku balyozê Siûdiye bê Şamê.

Balyozxaneya Sûriyeyê ya li Riyadê, piştî ku balyozê Sûriyeyê Eymen Sosan gihaşt Siûdiye, hatibû vekirin.

(şx)