Xameneyî ferman da ku uranyuma pir dewlemendkirî neyê hinardekirin

eutersˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îranî ragihand ku Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî ferman da ku hinardekirina uranyuma pir dewlemendkirî qedexe ye.

Xameneyî ferman da ku uranyuma pir dewlemendkirî neyê hinardekirin
21 gulan, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersˊê ku agahiyê nxwe dispêre du çavkaniyên Îranî daxuyand ku Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî ferman da ku hinardekirina uranyuma pir dewlemendkirî ya ku dikare ji bo çekên nukleerî were bikaranîn qedexe ye. Ev jî helwesta tund a Tehranê li ser yek ji daxwazên sereke yên Amerîkayê di danûstandinên aştiyê de nîşan dide.

Ev gav dikare Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs bike û danûstandinên ku armanc dikin ku aloziya Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re bi dawî bikin tevlihev bike.

Roja sêşemê, Trump anîbû ziman ku Amerîka dikare rê li ber Îranê bigire ku uranyuma dewlemendkirî yan jî çekek nukleerî bi dest nexe.

(fr)