Li Hemayê mayînek teqiya, kesek mir

Di teqîna mayînekê li gundê Xirbet Naqos ê bakurê Hemayê de kesek mir û lingê hevjîna wî jî qut bû.

Li Hemayê mayînek teqiya, kesek mir
21 gulan, 2026   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di teqîna mayînekê li gundê Xirbet Naqos a Sehil El Xab ê bakurê Hemayê de mêrek mir û lingê hevjîna wî qut bû.

SOHRˊê daxuyand ku dema her du li derdora gund re derbas dibûn mayîn diteqe, di cih de mêr dimire, hevjîna wî jî ku lingê qut dibe radikin nenxweşxaneyê.

Li deverên Sûriyeyê bûyerên teqîna mayîn û bermahiyên şer didomin, di encamê de qurbanî çêdin û mirov astengdar dibin. Şênî banga rakirina mayînan û ewlekirina deveran dikin.

Li gorî SOHRˊê, ji destpêka 2026ˊan ve ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer 177 kes mirine û 255 kes birîndar bûne.

(fr)