Xameneyî: Em şer naxwazin lê em dev ji mafên xwe bernadin

Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî diyar kir ku welatê wî şer naxwaze lê mafên xwe jî tawîz nade û destnîşan kir ku ew tola rêberê xwe yê berê hilînin û rêveberiya Tengava Hurmuzê dê bikeve qonaxeke nû.

Xameneyî: Em şer naxwazin lê em dev ji mafên xwe bernadin
9 nîsan, 2026   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Olê yê Îranê Mucteba Xameneyî diyar kir ku Îran şer naxwaze lê mafên xwe jî tawîz nade û destnîşan kir ku tevî zirar û êrişan, hêzên çekdar ên Îranê karibûn rêça şer veguherînin serkeftinek mezin.

Televîzyona Îranê ku daxuyaniyek li ser navê Mucteba Xameneyî weşandiye diyar dike ku "Tevî zirar û êrişên ku ji aliyê dijmin ve hatine kirin, hêzên me yên çekdar şer veguherandin serkeftinekê."

Di roja 40ˊemîn a kuştina Rêberê Olî yê berê Elî Xameneyî de, Mucteba Xameneyî got, "Hebûna gel li qadê divê wekî ku di çil rojên borî de berdewam kiriye be."

Xameneyî anî ziman ku "Em ji cîranên xwe re dibêjin ku hûn mûcîzeyek dibînin, ji ber vê yekê li aliyê rast bin û ji sozên derew ên dijminên me haydar bin. Em li benda bersiva guncaw ji cîranên xwe yên başûr in da ku em biratiya xwe nîşanî wan bidin."

Mucteba Xameneyî di dawiyê de got, "Komara Îslamî dê di rêveberiya Tengava Hurmuzê de serdemeke nû bide destpêkirin û guman tune ne ku em ê li ser başkirian rêveberiya Tengava Hurmuzê bigihînin asteke nû û ew ê tola rêberê xwe yê berê hilînin."

(fr)